Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
Roja Pêncşemî 25`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Se`idî Mehmûdî” kurê Umer û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Pêncşemî 25`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Se`idî Mehmûdî” kurê Umer û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, kedkarekî Kurd ê bi navê “Yasîn Rizayî” kurê Riza û xelkê gundê “Qesrik” yê girêdayê bajarê Selmasê, bi sedema bûyera hatûçûnê li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Îraqê canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, “Keyhan Mukerem” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Enbê” yê girêdayê devera Tirgewer, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiyê bo girtîgeha bajarê Urmiyê zivirî.
Roja Şemî 27ê Xakelêwe, “Selah Azadî” Çalakvanê Sênfî yê mamosteyên Merîwanê bo berevanî ji tohmetên ku bi ser de hatibûne sepandin li taya 1 a lêpêçîna dadgeha “Înqilab” a bajarê “Merîwan”ê amade bû û di dawiya lêpêçînê de bi danîna…
Îro Şemî 27`ê Xakelêwe, welatiyek din ê bi navê “Xalid Hacîresûlîpûr” xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Sibêdeha roja Çarşemî 24`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Fethullahî” kurê “Bayezîd” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Sêşemî 9`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Hamid Osmanî” kurê “Îbrahîm”, xelkê gundê “Yasînava” û rûniştiyê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.
Îro Şemî 27`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Turec Kerîmî” temen 37 salî û kurê Muşîr, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Şûşmê, hate birîndarkirin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehed Mewlûdî” kurê Mutelib û xelkê gundê “Yûnisliyan” û “Husên Xelyanî” kurê Xusrew û xelkê gundê “Koyîk” yê girêdayê bajarê Nexedê, ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî ve,…
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, jineka ciwan a bajarê Seqizê bi navê “Leyla Îslamî” keça Mihemedresûl, bi sedema pirsgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.