KOMARA ISLAMÎ, LI SÎNORÊN KURDISTANÊ VE HEWCEHIYÊN DIJÎ SORESÊ TÎNE

14:57 - 21 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî zafandina Dorpêçan bi ser Îran de, di Yek sala Bihorî de wê Hukûmetê ji Sînorên Kurdistanê vehewcehiyên Çekdaran hawirde kirine.


Rapora Kurdpa ji hawirdekirina Hewcehyên Çekdarî:

Di çend Heyvên Bihorî de, Nûçegihanên Kurdpa bas ji hawirdekirina Îbatom, Kum û Parêzer”ên ji hewcehiyên çekdaran, bi rêyên ne Yasayî ji Kurdistanê, kirine.

Nûçegihanê Kurdpa li Bane daxuyandiye Sipa binavên Taciran û bi rêyên qaçax, ew hewcehiyan dibe Îranê.
\"5768.jpg\"
Çavkaniyekî ku nexwast navê wî/wê Eşkere bibe got: Sipaya Padaran bi navê Taciran û li rêya ne Yasayî ve, Hewcehiyên Çekdarî bo mînak, Parêzerên Çekdaran û Maskan li Kurdistanê de derbasî Îranê dike.

Ji bo ku ev mijar pir ewlehîdar e, çavkaniyê/a Kurdpa, nekarî bizane berhemhînerê wan hewcehiyan kîjan Kompanya ye.

Egera viya heye ku ew hewcehî li welatên din de bêne kirîn û bo Kurdistanê hawirde bênekirin paşê radestî Îranê bênekirin.
\"5769.jpg\"
Her wisa Welatiyek Baneyê ji Kurdpa re got: Sipa bi navên hin tacitan, wan hewcehiyan ji Çînê dikire û dibe kurdistanê û li Sînorên kurdistanê bi rêyek ne Yasayî bi Kantîneran dibe Tehran û şûnên din.

Çavkaniyek din dibêje: ew hewcehiyên han bi Belgeya Sipayê Têne Pulumbkirin.

Hin çavkaniyan jî, hindek zanyarî dane Kurdpa lê seva Belgemend nebûna wan, Kurdpa wan napejjiqîne.

Çend rojan beriya niha “Debîrê Sitada Pêşdaçona Abûrî” daxuyandibû ku Îraq mezintirîn Hevkarê me yê Abûrî ye.

Wê Berpirsê dabû zanî ku zêdebarî li havhatinên Siyasî, me Têkiliyek Xurt tewlî Îraqê heye û em 2 hevalên Qedîm in.

Emîn Şerîetî ê Cîgirê wî dibêje: Rola Îraqê seva Abûriya herêmê gelek e û di sala bihorî de bûye xwediyê pêşdaçonên Abûrî.

Wî Berpirsî zafandina Rêjeya 37 ji Sedî a Hawirdeya Îran û Îraqê, egera bê Bandor mana Dorpêçan dide kifşê.

Seva bê bandorandina Dorpêçên bi dijî Îranê, Sînorên Yasayî û na Yasayî ên Herêma Kurdistanê, rolek zaf bi berjewendiya Hukûmeta Îranê leyîstiye.