Kendal Nezan: Fransa bi Xurtî li Ser Pirsa Kuştina Çalakvanên Kurd Dixebite

14:13 - 20 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Lêkolîna polîsê Fransî berdewam e jibo eşkerekirina tawanbarên kuştina sê çalakvanên jin yên Kurd li Parîsê.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Kendal Nezan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dibêje ku polîsê Fransayê gelek bi xurtî li ser pirsê dixebite, lê belê heta niha agahdarîyeke nû belav nekirine.

Dr. Nezan dibêje, polîsê Fransî niha li dîmenên kamerayê yên derdora cihê bûyerê temaşe dikin û lêkolînan dikin da bizanin di demên dawî de kî ji wan re telefon kirîye.

Birêz Nezan herwiha dibêje ku îhtîmalekê xurt heye yên ku êrîşa Parîsê encam dan ew kes bin ku li dijî dîyalogê ne ku niha di navbera dewleta Tirkîyê û Abdullah Ocalan de çê dibe yan li dijî pêvajoya prosesa aştîyê ne ku li Tirkîyê destpê kiriye.

Birêz Kendal dibêje “dibe ku ew kes di nav dezgehên ewlehî ya Tirkîyê, leşkerê Tirkîyê de bin, kesên neteweperest bin yan di nav PKK’ê bi xwe de bin, kesên ku li dijî porsesa aştîyê ne. Îhtîmalek jî heye ku ew bûyer bi rejîma Sûrîyê ve girêdayî be.”

Heftîya bihurî, sê çalakvanên jin li Parîsê hatin kuştin, di nav de Sakîne Cansiz, ku yek bû ji damezrênerên Partîya Karkerên Kurdistanê .