Karvedana Îranê li hember Terora Sê Jinên Kurd

12:32 - 19 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: wezareta derve a Îranê hebûna destê Îranê li Terora Sê Jinên çelengê siyasî ên Kurd li Parîsê nepejirand û ewe li demekê deye ku 20 salan berî niha Wezareta Îttlat a Îranê çend rêberên Kurd ên Îranê li welatê Almanyayê teror kirin.

Ramîn Mêhman Perest berdevkê wezareta derve a Îranê li bersiva mêdyayên wilatê Turkiyê de li ser terora Sê Jinên Kurd û hebûna destê dewleta Îranê li wan teroran de got:boxtanên han karê medyayên Îsraîlê ye û medyayên Îsraîlê çendîn sala bi awayekî berdewam li hevla vê yekê dank u hizra gelê Turkiyê li hember Îranê reşbîn bikin.

Berdevkê wezareta derve a Îranê çendîn wilat bi encamp dana terora han tawanbar kirin û di heman demê de wilatên han bi çavkaniya alozî û ajawê dane nasandin.

Mêhman Perest li dirêjiya qisedana xwe de got:heya niha pêywendiyên Îran û Turkiyê gelek baş û li ser rêza her du aliyan bûye,û ew karê medyaya Turkiyê dibe sebebê çêbûna rewşekî xirab û nebaş li navbera her du aliyan de.

Zaf ji medyayên Turkiyê piştî terora Sekîne Cansiz û Fîdan Doxan û Leyla Suylemez, Komara Îslamîya Îranê bi dest hebûn di terora han de tawanbar kirin.
Medyayên Turkiyê armanc ji wî karê Îranê , dijberiya Îranê tewî Turkiyê û Kurdên wî welatî ragehandine.

Ji aliyek din roja çarşem, Ehemd Turk endamê Parlmantoya Turkiyê li kongireyeka rojnamevaniyê de got: destê dezgahên Îttlatî ên Komara Îslamîya Îranê û Sûriyê di terora 3’ê jinên Kurd de heye.her wisa Emîre Ûslo yek ji endamên berê yê polîsên dijî teror a wilatê Turkiyê ragehandibû,çêbûna aştiyê li navbera Kurd û Turkan de dilgiranî û perîşanî jibo welatên Îran û Rûsiyê çêdike.
Komara Îslamî aÎranê seba teror kirina cûda hizrên xwe, heya niha çendîn car ji aliyê navendên nav neteweyî hatiye mehkûm kirin û berê jî di dadgeha Mîkonusê hin ji kar bi destên welatê Îranê wek biryar derên wan teroran hatine nasandin.