Kapîtanê tîpa millî a boksa Îranê li Ustiralyayê hate destbiserkirin

20:01 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Polîsê Ustiraliyayê, werzişvanekî Îranî bi serperestîkirina girûpeke qaçaxa maddeyên hişber tometbar kir.

Li gora nûçeyan, sê Îranî ji aliyê polîsê Ustiraliyayê ve bi qaçaxa madeyên hişber hatin tometbarkirin, ku yek ji wan Newşîrwan Nûriyan endamê berê ê tîma Boksê a Îranê ye.

Ew girûp ku çar kes in, hewla anîna 90 kg dermanên qaçax ên “Pseudoephedrin” ji welatê Îran û Îraq (Kurdistan) û birîtanyayê bo Ustraliyayê dane.

Werzişkarê navdar ê Îranê Newşîrwan Nûriyan div ê keysê de hatiye tawanbarkirin, ku ji Rêbendana 1392 heya 1393’an dest di anîna madeyên hişber de hebûye.

Navbirî roja çarşemiya borî di dadgehê de amade bibû.

Newşîrwan di leyîzên olempîka 2000 li Ustraliyayê de li tîma boksê veqetiyabû, û daxwaza penaberiyê kiribû. Di vê heyamê de jî berdewam serdana Îranê kiribû.

Di 10 salên borî de gellek ji werzişvanên navdar ên Îranê bi sedema girîngînedana berpirsyaran û organên pêwendîdar, di nav rewşeke ne baş de dijîn, û piraniya wan bi sedema destengiyê yan mijûlî karê destfiroşiyê ne, yan bi neçarî bo tîma werzişî ya welatên din dilîzin.