Îraniyek di Tirkiyê de bi tawana qaçaxa maddeyên hişber hate girtin

23:31 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Hêzên xebata li dijî maddeyên hişber ên Tirkiyê di parêzgeha Agiriyê de Îraniyek destbiser kirin.

Li gora nûçegihaniyan, polîsê Tirkiyê ew Îranî, di nav Utubûsekê de girtine, ku kîloyek û 510 gm Tiryak li cem wî hebû.

Her di vê çalakiya polîsan de, hevwelatiyekî Efxanî bi kîloyek û 200 gm Hiroyînê ve hate girtin. Her du girtî jî li ser biryara dadwer bo girtîgehê hatin veguhastin. Hefteya borî jî sê Îranî, di Tirkiyê de, bi tometa qaçaxa maddeyên hişber hatin destbiserkirin.

Li gora raporên ku di vê derheqê de belav bûne, niha zêdetir ji 200 Îranî di girtîgehên Tirkiyê de girtî ne, ku beşek zaf ji wan tawanbarên hilgirtina maddeyên bişber in.