Îranê rêkordeke nû di aboriyê de bi dest xist

20:28 - 28 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Vegeşîna firotinê li bazarên Îranê de gihîştiye %11.5 û vegeşîna berhemanîna navxweyî jî di havîna Îsal de %13.5 bû.

Rojnameya “Ebrarê Îqtisadî” di hejmara îro ya xwe de ji zarê serokê konfederasiyona hinartinkarên Îranê ve belav kir, rewşa aborî ne baş e, û li gora pêwerên pêwendîdar di asteke gelek xirap de ye.

Mihemed Lahotî got: “Vegeşîna berhemanînê, pêwendiya rasterast bi rewşa daxwazkarî û xistina nav bazarê (Erzê û Teqaza) ve heye, bi vê pêkê jî ku daketina aboriyê niha bi ser welat de zal e, û rêjeya vegeşîna firoşê di bazarên welat de pêk tê, ji %11.5.

Navbirî di domê de got ku: “Li gora daketin û kêmiya firoşa Ii bazarê, vegeşîna berhemanîna navxweyî jî, li demsala havînê de %13.5 bû. Bi gotineke din rêjeya berhemanînê li çav daxwazkariyê kêmtir bûye ku yek ji hokarên herî sereke ên hebûna nexdîneya bê sînor di nav civakê de ye”.

Lahotî di doma axavtinên xwe de û wekî pêşbîniyekê ku bo rewşa berhemanîna pîşeyî dike, dibêje ku: “Bi sedema nebûna nezm û hebûna aloziyê di dezgehên pêwendîdar de, min jêve nîne, di çend mehên bê de, em bikarin bi ser vê kêşeyê de zal bin”.