Îran/ 13 zarok li serdemê dewleta Rûhanî hatine darvekirin

20:08 - 18 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rewşa mafên mirovan nemaze pirsa îdam kirina zarokan li dewleta Hêvî û Çareserî (Umîd û Tedbîr) a Rûhanî berevajî sozên hilbijartinê birêve diçe û hertim li gel rexneyên tund ên nerm riyan (miyanerewan) rûbirû bûye.

li gorî raporta ajnasa nûçeghaniya Kurdpa, çendîn çalakvanên mafên mirovan girêdayî Tevgera Kesk (Conbişa Sebz) di hevpeyvînekî ligel kovara “mafên me” (hiqûqê ma) ragihandibûn ku ew li dewleta Rûhanî bêhêvî bûne.

Murteza kazimiyan çalakvanê siyasî, li gotûbêj ligel wê kovarê, Navenda Ewlekarî (wezareta Îrilaat) û wezarete Kar û Barên Hundir ên Îranê, bi sînoradar kirina atmosfereke vekirî a siyasî mehkûm dike.

\"24244.jpg\"
Murteza Kazimiyan: Digel sozên Rûhanî ên dema hilbijartinê û hêviyên dengderan navberek pirr watedar heye
Kazimiyan di berdewamiya axaftinên xwe de amaje bi vê yekê jî dike ku navika serekî a desthilata hikûmeta Îslamiya Îranê, qaşo Demokrasî û mafên mirovan e.

Riza Elîcanî çalakvanekî din ê siyasî, guhertina dewleta Rûhanî, hiviyek bi dur ji rastiyan şirove dike û dibêje: Zêdebûna hejmara îdaman, nemaze darvekirina welatiyên Kurd ziman, şêweyek bertekdana alîgirane ya rast a tundajo li Dezgeha Dad a hikûmeta Îslamiya Îranê nîşan dide.

Navborî li ser vê pirsê ku gelo sozên Rûhanî yên dema hilbijartinan tu encamek bi xwe girtine?.. got: Hesen Rûhanî xwestek û sozên aborî, herwiha razî kirina kesên nerazî ji rewşa aborî a welat, kiriye armanca xwe û di cihên ku Xamineî bertek nîşan dide yan dijberî ligel wan xwestekan dike, bêdeng dimîne yan hewil dide lîstikên siyasî li gel Xamineyî bi dawî bîne û wê mijarê diterikîne.

\"24245.jpg\"
Riza Elîxanî: Girîngiya mafên mirovan li nav karên sereke yên Rûhanî de bi cih nabe
Parêzerek li ser pirsa mafên zaroka li Îranê dinivîse: Gerçi di yasaya Ceza dana Îslamî de darvekirina zarokan yasax (qedexe) hatiye îlan kirin, lê hikûmeta Îslamiya Îranê (bi guhnedan bi yasaya Îslamî) zarokan îdam dike.

Di pişkek ji vê kovarê de navên hindik zarokên darvekir li sala 2014’an de, ji aliyê Midyar Semî’nijad ser nivîskar kovarê ve hatiye ragihandin.

\"24246.jpg\"
Midyar Semî’njad: Hindik haletên din yên darvekirina zarokan li sala 2014’an li Îranê hatine holê ku hewceyî bi lêkolîneke zêde li ser vê pirsê heye
Şehriyar Mizeferî, Riza Genclû, Meysem Çenberî, Hesen Zulfeqarî, Mêhras Rizayî, Hesen Xulamî, Ehmed Rehîmî, Elî Fuladî, Elî Şerîfî, Îbrahîm hacetî, Osman Demirde, Hasî Palanî û Ferdîn Ceferî ji wan zarokan e ku ji aliyê dezgeha Dad ya welatê îranê ve hatine îdam kirin.

Berevajî benda ”A” ya xala 37‘an ya Peymannameya Gerdûnî a Mafên Zarokan ku ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve jî hatiye îmze kirin û parlamentoya wî welatî jî pejirandiye, sala borî 13 zarok li welatê Îranê hatin darvekirin.