Îran \\ li 6 heyvên yekima îsal de nêzî 10,000 kes li qewimiya trafîkê hatine kuştin

19:24 - 14 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa : li 6 heyvên despêka îsal de, nêzî 10,000 kes ji hevwelatiyên Îranî li sedem qewimiyên trafîkê de bûne qurbanî.

Malpera duxtorê dadeweriya Îranê li raportik de weşandiye, li despêka heyva Xakelêwa îsal heya kutayiya heyva Xermanan, 9911 hevwelatiyên Îranî li sedem qewimiyên trafikê û ne-standard bûna rêkan de, canê xwe ji dest dane ku %56.1 a wan kesan temenê wan li nawbera 18-49 salî de bûne.

Gorekî statîstîkên vê senterê, %76.7 a qurbaniyan mêr û %23.3 a qurbaniyan jin bûne ku %64 a qewmiyên trafîkê li çon-hatina derî şaran bûne ku %51.6 a wan kesan cîde li cê qewimî canê xwe ji dest dane.

Her wisa gorekî wanstatîstîkên ku rêxirava duxtoriya cihanî diweşîne, welatê Îranê bi hejmara nêzî 50 kes ji her 100,000 kes de, li rêza welatên nawçên sor(red zune) an ( metirsîdar) bo şoferên maşînan, hesibandiye, ew ji li rewşik deye ku ev statîstîka dema pêştir ku 35 kes ji her 100,000 kes de bûye.

Gorekî statîstîka rêxirava duxtoriya cîhan û her wisa duxtoriya dadeweriya Îranê ser qewimiyên trafîkê li rêkên naw şaran, ne-standard bûna rêkan hegera bingehîna qewimiyên trafîkê û can ji dest dana welatiyan bûye.

Her wisa raporta senterên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê bas ji hindê dikin ku bi rêz maşînên Pejo 404, Prayd û Pêykan bi rêzê ew maşînanin ku zortirîn rol, li qewimiyên trafîkê û qurbanî kirina hevwelatiyan de hebûne.