Îran di rîzbenda 50 welatên nûger de nîne

20:18 - 14 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Welatê Îranê li nav 50 welatên nûger (afirîner, nûawer) ên cîhanê ya sala 2015’na de, tu cihek tuneye.

Li gora rapora “Bilombêrg” welatê Îranê di nava 50 welatên cîhanê de li warê afirandin û nûgeriyê de, tu pileyek tuneye, û sala borî jî di nav 50 welatan de, pileya dawiyê hebû.

Ew rîzbendî li gora 6 pîvanan hatiye encamdayîn, ku îsal navê Îranê tê d enîne, û welatên wekî “Kureya Başûr, Japon û Almanya” jî pileya yekem heya sêyem hene.

Ew şeş pîvan ew in: “Lêkolîn û geşekirin, Berhemhînan, şîrketên teknolojî ya pêşkevtî, perwerde, lêkoler û afirandinan”.

Welatê Îranê bi sedema girêdayîbûna bi petrolê, û bidestvegirtina hemû biyavên aboriyê di vî welatî de ji aliyê Spaha Pasdaran, biyavê nûgeriyê ş berhemanînê gellek lawaz e.

Herwisa nebûna birêvewberiyeke hejî di warê pîşe û berhemê di Îranê de, bi xwe zirareke cubrannekirî li aboriya wî welatî dide, û ew yek jî dibe sedema vê ku Îran di pilebendiyên aborî a cîhanî de, tu pêgeheke wê tunebe.