Hunermendekî Kurd bo çareseriya pizîşkî hewcehî bi alîkariya malî heye

18:38 - 7 Nîsan 2021

Hunermendekî Kurd, yê bi navê “Mihemed Namawer”, naskirî bi “Mihemed Kalê”, Siyaçemanebêj yê xelkê bajarê “Nodşê”, bi sedema tûşbûna bi nexweşiya şêrpencê, bona çareseriya pizîşkî hewcehî bi alîkariya malî heye.

Ew hunermendê Kurd, piştî çendîn salan xizmet bi hunera resen a Kurdî, çendîn meh e ku tûşî nexweşiya şêrpencê bûye û pêka gotina çavkaniyeke agehdar, heya niha ji aliyê berpêrsên hikûmetê ve ti hewcehiyeke malî bo navbirî nehatiye dabînkirin.

Ew hunermend, niha li yek ji nexweşxaneyên bajarê “Kirmanşan”ê de hatiye razandin û di bin çavediriya pizîşkiyê de ye û tê şîmîdermanîkirin.

“Mihemed Kalê”, li sala 1349an di bajarê “Nodşê” ji dayîk bûye û li sala 1361an hatiye nava cîhaha hunerî û xizmeteke berçav bi stranên Kurdî kiriye.