Li ser sînorê Merîwanê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin
Roja duşemî 27’ê Sermawezê, kolberê bi navê Elî Qadrî temen 52 salî û xelkê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.
Roja duşemî 27’ê Sermawezê, kolberê bi navê Elî Qadrî temen 52 salî û xelkê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.
Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjey û kulturî yê Kurd yê xelkê Mehabadê, ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serokatiya dadwer Dostî, cezayê heps û dûrxistinê jêra hat birîn.
evî ku nêzîkî mehekê bi ser binçavkirina Adil Pîrozî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê re derbas bûye, lê heya niha ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Roja Yekşemî 19ê Sermawezê, welatiyê bi navê “Eyûb Xulamî” xelkê Sine bo îdareya îtlaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn ji wî hat kirin.
Welatiyekî Kurd bi navê “Hesen Merdanî” xelkê Bokanê ji aliyê taya 101 a dadgeha tawanan a jimare 2 a vî bajarî bi 3ê sal heps hat cezakirin.
Welatiyê Kurd yê bi navê “Osman Qadrî” temen 54 salî kurê Ebûbekir xelkê Nexedê bi sebrba xirabiya rewşa fizîkî ya wî ya bi sebeba eşkencekirinê bo nexweşxaneya vî bajarî hat veguhastin û roja Pêncşemiyê 23ê Sermawezê, piştî danîna…
Roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, civîna dadgehê li ser tohmetbarkirina Ferîde Veyîsî, çalakvana medenî ya xelkê Dêhgulanê, li taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî birêve çû.
Roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, çalakvanê medenî û berpirsê tîma futbolê ya Seqizê, Şêrko Hicazî ji girtîgeha Îtlaata Sine bo girtîgeha Seqizê hat veguhastin.
Sibeha roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, girtiyê bi navê “Obeyd Mehmûdî” xelkê Rewanserê li girtîgeha Dîzêlava ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.
Mamoste Yûnis Noxah, mamosta Şerîf Mehmûdpûr, mamosta Seyîd Silêman Ehmedî û mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî yên xelkê Pîranşarê ji aliyê dadgeha taybet a ruhaniya bajarê Urmiyê ve bi giştî 11 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.