Greva zindana Urmiyê didome û di roja xwe ya 33’an de ye
Tevî sozên nerast ên karbidestên hikûmeta Îranê li ser guhertina rewşa girtîgeha Urmiyê, zindanî bo bi dest xistina xwestekên xwe yên diyarî kirî, dirêje bi berxwedanê didin.
Tevî sozên nerast ên karbidestên hikûmeta Îranê li ser guhertina rewşa girtîgeha Urmiyê, zindanî bo bi dest xistina xwestekên xwe yên diyarî kirî, dirêje bi berxwedanê didin.
Welatiyekî Kurd ê Dîwandereya Rojhelatê Kurdistanê, ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îsalmiya Îranê li bajarê navbirî, piştî eşkere bûna hukmê wî, bo girtîgehê hat veguheztin.
Hejmarek berçav li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, bi armanca piştevanî kirin ji greva birçîbûna Urmiyê, hember konsolosxaneya hikûmeta Îslamiya Îranê, li Enqera paytextê Tirkiyê, xwenîşandanek lidar xistin.
Karbidestên hepsa Urmiyê, bi çêkirina rewşeke ewlekarî derdora zindana Urmiyê, bi soza veqetandina girtiyên din ji girtiyên siyasî, ji wan xwestin ku gireva birçîbûnê bidawî bînin.
Bi armanca piştevanî kirin li girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê, 2 girtiyên din li Recayî Şehr a Kerec li Îranê, ê bikevin greva birsîbûnê a sembolîk de.
Gefxwrin û givaşa karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser girtiyên ku li zindana Urmiyê ketine greva birçîbûnê, bertekdana navendeke parêzerê mafên mirovan a Londonê bi pey xwe hişt.
Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a Rojhelatê Kurdistanê, bavê çalakvanekî siyasî, xisin bin zext û givaşan daku kurê xwe ji derveyê welat bo Îranê veguheze.
Bi sedema gule reşandinekî li Pîranşehra Rojhelatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd ê wî bajarî û du kes ji berpirsên wezareta Asayêş (Îtilaat) a Îranê hatin kuştin.
Li girtîgeha Urmiyê jinek, runiştiya yeke ji gundên devera Urmiyê, ji aliyê rêxistina girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat bi dar ve kirin.
27 roj li ser gireva birsîbûna Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê re derbas bûn û girtî bi dijwarî berxwe didin.