Di 3`ê mehan de 519 haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bo careke din, raportek demsalî a binpêkirina maflên mirovan li rojhilatê Kurdistanê, belav kir.
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bo careke din, raportek demsalî a binpêkirina maflên mirovan li rojhilatê Kurdistanê, belav kir.
Bi derbasbûna çend rojan bi ser binçavkirinê re, hîna çarenûsa welatiyê Kurd ê binavê kawe Xusrewî ê Kurdistanî li Sineya rojhilatê Kurdistanê, nehatiye zelalkirin.
Bi munasibeta roja cîhanî a piştevanîkirin ji girtiyên siyasî , 4 zindaniyên ereb ên Ehwazî li zindana Recayîşehr a Kerec û Evîna Tehranê, biryardan bikevin grevê.
Çalakvanên siyasî, sivîl, mafên mirovan û karkerî, bi derxistina daxuyaniyeke hevpar, daxwaza azadkirina bê şert û merc a hemû zindaniyên siyasî ji hikûmeta Îranê kirin.
Bi derbasbûna mehekî li ser Dosyeya mirina bi guman a keça Mahabadî Ferînaz Xusrewanî a (ji tirsa tecawizê xwe qata 4 a hotel Tara avêtî) re, dozgerî hat îbtal kirin.
Rewşa tenduristî a zindaniyê Siyasî yê Kurd Elîriza Resûlî ku ew 19 rojin di gireva birçîbûnê de ye, giran hatiye ragihandin.
Muxtar Zarî çalakvanê siyasî yê Kurd, ew cara çendimîn e ku li dadgeha Şoreş (înqilab)a Sine tê darizandin.
Di berdewamiya zext û givaşên hêzên ewlekarî ên Îranê bi ser çalakvanên olî –meshebî de, dîsa endamekî tevgera Mekteba Quran, bo navenda ewlekarî a Sine hat bangkirin.
Zindaniyekî siyasî yê Kurd û xelkê Mahabada rojhilatê Kurdistanê, li zindana navendî a Mîyanduavê hat darvekirin.
Bi sedema hazirnebûna serdozger, doza ku ji çalakvanê Kurd yê Îlama rojhilatê Kurdistanê hatî vekirin, bi awayekî demkî hat paşxistin.