Berdewamiya binçavkirin û nediyarbûna rewşa Emîr Mihemed Xanî
Tevî ku 17 roj bi ser binçavkirina Emîr Mihemed Xanî, çalakvanê medenî yê xelkê Dîwandereyê re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Tevî ku 17 roj bi ser binçavkirina Emîr Mihemed Xanî, çalakvanê medenî yê xelkê Dîwandereyê re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Roja Çarşemî 21’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Ebdullah Meirûfî” xelkê Pîranşarê, li sînorên vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.
Sibeha roja Çarşemî 21’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd bi navê “Mûseib Sebzewarî” li sînorê bajarê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû.
Endamê desteya rêveber yê komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Îdrîs Mênberî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 2 sal girtîgeh hat cezakirin.
Lijneya çavdêriya binpêkirinên îdarî ya Wezareta Perwerdeyê biryara ji kar dûrxistina mamostaya perwerdeyê û çalakvana sendîkaya mamosteyan Leyla Selîmî bi 2 mehan dûrxistin ji kar hat guhertin.
Rehman Qadrî welatiyê Kurd xelkê Pîranşarê, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê taya 102 a dadgeha tawanan a vî bajarî ve, bi 8 meh girtîgeh hat cezakirin.
Eyûb Demawendî, welatiyê Kurd ê Pîranşarê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 5 sal û 15 roj girtîgeh hat cezakirin.
Endamên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandereyê, Omîd Şahmihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Êhsanî û Kawe Mihemedzade, bi biryara lijneya lêkolîna binpêkirinên îdarî yên perwerdeyê, bi ji ser kar derxistin û dûrxistin û hatin cezakirin.
Mamostayê zimanê Kurdî li Peymangeha Beyan a Perwerdeya Zimanê Kurdî û birayê Bapîr Berze, girtiyê siyasî yê Kurd, ji aliyê taya 102 ya Dadgeha Cezayên Giran a Pîranşarê ve bi dadweriya Emîr Mihemedî, 5 meh heps û 15 milyon Tûmen cezayê…
Roja Sêşemî 13’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, Hemîd Ezîzî mamostayê gundên “Palangan” û “Gazirxanî” yên ser bi Kamiyaranê, piştî gazîkirina bo girtîgeha îdareya perwerdehiya vî bajarî, hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.