Kolberekî Kurd bi awayê demkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate berdan
Roja Şemî, 27ê Hezîranê, Kolberekî kurd bi navê “Erselan Natoş”, xelkê gundê “Zengilan” a devera “Tirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi danîna barmiteya 400 milyon tumenî, bi awayê demkî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate berdan.









