Çalakvanekî olî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin
Roja Pêncşemî 3`ê Rezber, “Ferşad Cehiş” çalakvanê Sunî Mezheb bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Roja Pêncşemî 3`ê Rezber, “Ferşad Cehiş” çalakvanê Sunî Mezheb bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Pêka amarên tomarkirî di Navenda Amar a Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”ê, di heyamên wan 6 mehên yakem yên sala 1399an de, 252 welatî di Kurdistana Îranê de hatine binçavkirin.
Saziya Lêbûrîn ya Navnetewî di bangewaziyekê de, ragihandiye Heyder Qurbanî, hepsiyê siyasî yê Kurd ku bi îdamê hatiye cezada, di bin gefa îdamkirinê de ye û daxwaz ji berpirsê hêzên dadwerî kiriye ku dibe demûdest biryara cîbicîkirina…
Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di heyama 6 mehên despêka sala 1399`an a Rojî de, bi giştî 67 welatiyên Kurd bi tohmetên “emniyetî” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê ve bi heps û…
Roja Pêncşemî 27`ê Xermanan, Spaha Pasdaran di dema lipeyketina maşîna welatiyekî Kurd de, bi çeka Arpîçî teqe li wê maşînê kirine û di encam de çar kesan canê xwe ji det dane.
Îro Sêşemî 1`ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bapîr Berze” kurê “Osman” û xelkê gundê “Çiyane” a ser bi bajarê Pîranşehrê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Neqedeyê da nasîn.
Êvara roja Duşemî 31`ê Xermananê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan li ser sînorê Newsûdê kirin û di encamê de çar kolber hatine birîndarkirin.
Roja Şemî 29`ê Xermananê, “Ako Kerîmî” kurê “Seyfullah”, yek ji welatiyên nerazî yên nerizayetiya meha Xezelwer a sala 1398`an, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, “Am’r Piyade”, çalakvanê medenî û Berpirsê Giştî yê Navenda Ferhengî ya Hînkariya zimanê Kurdî ya bi navê “Beyan”, pênc car bo Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Bokanê hatiye gazîkirin.
Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin, di heyama 6 mehên destpêka sala 1399`an de, 143 kolber di Kurdistana Îranê de hatine kuştin û birîndarbûn (37 kes hatine kuştin û 106 kes hatine birîndarbûn).