Redkirina tobenameyê ji aliyê girtiyên siyasî ve
Roja Duşemî 26ê Xezelwerê, dadsitanê girtîgeha Urmiyê daxwaz ji hepsiyên siyasî kiribû ku forma tobenamê pir bikin, lê hepsiyên siyasî ew daxwaza dadsitan red kirine.
Roja Duşemî 26ê Xezelwerê, dadsitanê girtîgeha Urmiyê daxwaz ji hepsiyên siyasî kiribû ku forma tobenamê pir bikin, lê hepsiyên siyasî ew daxwaza dadsitan red kirine.
Roja Sêşemî 27ê Xezelwerê welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Memendî” kurê “Hacî Ezîz” xelkê gundê “Deştê” yê ser bi bajarê Serdeştê ku bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû li nexwexaneya bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.
Roja Yekşemî 25ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Necmedîn Muradî” xelkê gundê “Xuryava” ê ser bi bajarê Baneyê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên ser sînorê “Sertezên” a girêdayê wî bajarî bi awayekî dijwar hate…
Girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Seyîd Saman Husênî” xelkê bajarê “Rebet”ê yê ser b bajarê Serdeştê di girtîgeha Erdebîlê li mafê murexesiyê bê par e.
Roja Înê 23`ê Xezelwerê, li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li gundê “Serdoş”ê yê ser bi bajarê Merîwanê, welatiyekî din ê Kurd bi navê “Îsmaîl Rastî” temen 29 salî û kurê “Rehîm” xelkê wî gundî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Roja Duşemî 19ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Mihemed Qadirîazer”, temen 23 salî û kurê Xidir û xelkê gundê “Gezgesk” yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekê nediyar hate veguhastin.
Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, girtiyek yê bi navê “Ferhad Wisûqînijad” xelkê bajarê Hersîn û rûniştiyê gundê “Tengeperî” yê ser bi bajarê Luristanê, di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de bi awayekê şikdar canê xwe ji dest da.
Êvara roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi nave “Hadî Resayî” temen 30 salî kurê Reşîd xelkê gundê “Serduş” ê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî wê hate binçavkirin.
Roja Sêşemî 20ê Xezelwerê, girtiyekî siyasî yê bi navê Seyîd “Emîr Tahiriyan” xelkê bajarê Mihabadê û rûniştiyê bajarê Pîranşarê, bi awayekî mercdar hate azadkirin.
Roja Çarşemî 21ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Umîd Ebasî” xelkê gundê “Îndirqaş” yê ser bi bajarê Mihabadê piştî 123 rojan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.