Girtiyekî siyasî bi awayekî mercdar ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin
Roja Şemî 9`ê Reşeme, girtîyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Şefî`î Feqîzade”, xelkê bajarê Şinoyê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Şemî 9`ê Reşeme, girtîyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Şefî`î Feqîzade”, xelkê bajarê Şinoyê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Cezaya 11 meh girtîgeha Seyîd Senger, girtiyê siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê bi qebûlkirina cezaya xwe bo 9 meh girtîgehê hate kêmkirin.
Roja Şemî 9`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cemal Qasimî” xelkê bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Şemî 9`ê Reşeme, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser desteyek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê, kolberekî Kurd hate birîndarkirin.
Roja Yekşemî 10ê Reşemê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Qoytasî”, xelkê gundê “Çişmegol” û “Rehman Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce”, bi danîna barimteyê heta bi dawîhatina qonaxa dadresiyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.
Roja Çarşemî 6ê Reşmê, Mihemed (Îsmet) Selehşûr, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê devera Mirgewer, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 5ê Reşeme, çalakvanekî jîngeparêzî yê Kurd yê bi navê “Dana Semedî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Sêşemî 5`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Edwayî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Duşemî 4`ê Reşemeyê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Mengûr Kurdistanî”, kurê Mamend û xelkê gundê “Kewper” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.
Çend roj berî niha, welatiyekî Kurd yê bi navê “Zaniyar Mu`itemîdî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hate azadkirin.