Li meha Xakelêweya sala 1400`an de 29 haletên binçavkirin li Kurdistanê hebûne
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di meha Xakelêweya sala 1400`an de, bi giştî 29 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di meha Xakelêweya sala 1400`an de, bi giştî 29 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.
Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin, di meha Xakelweya sala 1400`an de, bi giştî 12 kolber hatine kuştin û birîndarbûn.
Roja Yekşeme 29`ê Xakelêwe, endamê girûpa çiyagerî ya “Helo”ya Seqizê, yê bi navê “Fayiq Yûsifî”, piştî dawîpêanîna heyama girtîgeha xwe li girtîgeha Seqizê hate berdan.
Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, Wuriya Ferecî, girtiyê siyasî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, li girtîgeha wî bajarî hate mirexesiyê.
Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, girtiyê siyasî yê Kurd “Tehsîn Dadres” û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgeha wî bajarî vegeriya.
Şeva Pêncşemî 26`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Hesen Keçelanlû”, xelkê gundê “Balixçî” yê ser bi bajarê Çaldiranê ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve, hate kuştin û kolberekî din yê bi navê “Behram Semedî”, kurê Xalis û xelkê gundê…
Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêwe, jineke Kurd ya bi navê “Gulale Muradî” digel 2 kurên xwe yên bi navên “Metîn û Tahir Bezazî” xelkê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.
Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, 5 welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Cast”, temen 24 salî û kurê Salih, “Mihemed Perwaze”, temen 22 salî û kurê Reşîd, “Usman Ferehmend”, temen 24 salî û kurê Xusro, “Umîd Ferecî”, kurê Ebdullah û “Mihemed…
Roja Şemî 28ê Xakelêwe, kolberek yê bi navê “Hîwa Qadirî” xelkê bajarê Serdeştê li encama lipeyketina hêzên Leşkerî yên hikûmetê ji bilindahiyên sînorê bajarê Baneyê ve kevte xwarê û canê xwe ji dest da.
Dadgeha pêdaçûnê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Subhan (Raşid) Ehmedî”, yê kurê Celîl û xelkê bajarê Kamiyaranê ku bi tohmetekê, cezaya 1 sal û 1 roj girtîgeh bi ser wî de hatibû sepandin, bê guneh hate nasîn.