Veguhastina Arvîn Nîkpey bo girtîgeha Merîwanê
Roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, “Arvîn Nîkpey” welatiyê xelkê gundê “Nêy” ya ser bi bajarê Merîwanê, piştî derbaskirina piroseya lêkolînê li girtîgeha îdareya îtla`atê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.
Roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, “Arvîn Nîkpey” welatiyê xelkê gundê “Nêy” ya ser bi bajarê Merîwanê, piştî derbaskirina piroseya lêkolînê li girtîgeha îdareya îtla`atê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.
Serspêdeya roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina girtiyê bi navê “Elî Mixan Sêyfî” temen 35 salî û xelkê gundê “Misgire” ya ser bi herêma Osmanvend a Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilavayê birê ve çû.
Roja Yekşemî 21`ê Reşemeyê, “Bihadîn Melikî” çalakvanê sinfî yê mamosteyên Sine bi danîna barimteyê hat azadkirin.
Roja Yekşemî 20`ê Reşemeyê, “Kawe Selîmî” çalakvanê medenî yê Kurd ê peyrewa Yarsan bi danîna barimteyê bi awayê demkî hat azadkirin.
Dosyeya “Mojgan Kavosî” lêkoler û çalakvana ziman û etnîkî ya xelkê Kilardeşta ser bi parêzgeha Mazenderanê bona pêdaçûnê bo taya 9 ya Dîwana Bilind ya welat hat şandin.
Nasnameya çaremîn girtiyê ku serspêdeya roja Înê 19`ê Reşemeyê, digel 3`ê girtiyên din li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de hatibûn îdamkirin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ve hat eşkerekirin.
Nasnameya yek ji girtiyên îdamkirî yê hatî îdamkirin li girtîgeha Navendî ya Umriyê de, ji aliyê “Kurdpa”yê ve hat zelalkirin.
Serspêdeya Înê 19`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina 4 girtiyên tohmetbar bi kirîn û firotina madeyên hişber li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de birê ve çû.
Roja Duşemî 15`ê Reşemeyê, “Aram Sa`idmûçeşî” çalakvanê jîngehî û endamê Encûmena Nifûsa Kurdistana Kesk, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, “Morteza Mihemedî û Sîrwan Mihemedî” du birayên xelkê bajarê Sinê bi danîna barimteyê li girtîgeha wî bajarî azad bûn.