Hikumeta Îranê carek din pêdagirî li ser piştevaniya ji hikumeta Beşar Esed kiriye

14:30 - 16 Şibat 2012
Kurdpa: Wezîrê Karê Derve ê rejîma Îranê carek din piştevanî ji Hikumeta Sûriyê kiriye û ragehandiye ku hikumeta wî dijî destêwerdana derekî li nav karûbarên Sûriyê de ye.

Nûçegihaniya Fars bilav kiriye ku Elî Ekber Salihî li hevdîtinekê de di gel wezîrê Tendurustiya Lubnanê ragehandiye ku hikumeta Îslamiya Îranê bi berdewamî piştevaniya xwe ji dewleta Sûriyê eşkere kiriye, û daxwazkarê çaksaziya di vî welatî de ye.

Neraziyan berdewam hikumeta Îranê bi dstêwerdana di nav karûbarên xelkê Sûriyê de tawanbar kiriye.