Hêzên ewlehiyê , welatiyik ji xelkê mihabad girtin

12:30 - 27 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Li doma prosa girtin û jêpirsîn ji welatiyên Kurd, hêzên ewlehiyê, welatiyik ji xelkê Mihabadê girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa: Kamran Emînî, kurê Mihemed, ji xelkê şarê Mihabad, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê de li mala xwede hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastin.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; Kamran Emînî ku li roja Çarşema borî, 2ê Rêbendan(22 January 2014) de hatiye girtin, çend roj pêşde ji aliyê hêzên ewlehiyê de ketiye ber hereşê.

Serekaniya vê nûçê ew jî got; Kamran Emînî, dukana çap û kopî kirinê hebûye û li dema girtinê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê de dane ber kutan û lêdan û bêrêzî kirinê.

Tê gotin; hêzên ewlehiyê, hegera girtina Kamran Emînî, alîkarî tev yekik ji partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê ragihandine, lê heya niha serwey bi dû ketina malbata vî, cê ragirtina navbirî nehatiye zanîn.