Heya niha 5 hezar keysên destbiserdegirtina erd ji aliyê “Aqazadeyan” di bin lêkolînê de ne

20:38 - 28 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nêzîk bi 5 hezar keysên teybet bi gendelî (Êxtilas) ya taybet bi “Aqazadeyan” di bin lêkolînê de ne ku, parek ji wan hatine hukim dan û parek din jî di dadgehan de bê xwedî ne.

Seyîd Mehdî Mûsewînijad nûnerê Deştistan a Bûşêhrê di Civata Nûnerên Îranê de ragehand ku, erdên dagîrkirî ji aliyê Aqazadeyan ve, 20 heya 200 hiktar in. Navbirî dibêje ku li bajarê Deştistanê, 200 hiktar erd hatiye dagîrkirin û piştî wergirtina “Tapoyê”, tenanet hatine firotin jî.

Wî herweha zêde kir ku mixabin hinek ji wekîlên derdorê bûne hevkarê wan kesan ku gendeliya erdan dikin. Helbet mimkune ku hevkariya wan seba tirsê be, jibe ku piraniya wan gendelan kurên berpirsyarên hikûmetî ne ku bi sedema karê babê xwe dest avêtine erd û behirxwariyê.

Mihemedelî Moxtarî, serokê Komisyona esla 90 a Civata Nûnera dibêje ku, “Di wan cihan de ku erd hatine dagîrkirin, berpirsyar û rêveberên hikûmetê, xwediyê “Wîla” û erdên zaf in.

Di nûçeyek din a taybet bi gendeliya berfireh a aboriya di nava hikûmeta Îranê de hatiye ku, nawenda nûçegehaniya “Îrna”yê ji ziman Nasir Sirac ve ragehandiye ku, serokê “Saziya Bazresî ya tewahiya welat” di raporekê de eşkere kiriye ku, kesekê 160 Milyard Dolar pereyên Petrola Îranê hilgirtiye, û ber bi welatê Kanadayê reviya ye.

Berî ku nûçeya gendeliya han bi medyayî bibe, bazirganê mezin Babek Zencanî jî bi vê yekê hatibû tawanbarkirin ku petrola Îranê firotiye, lê 2 Milyard û 800 Milyon Yoro yê vê petrolê venegerandiye hisaba Wezatera Petrolê ya Îranê.