Hesen Ruhanî Dibe Serokê Nû yê Îranê

21:21 - 16 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Kandîdê nermrê yê Îranî Hesen Ruhanî piranîya dengên hilbijartina serokatî ya Îranê bidest xist.

Wezîrê karê hundir yê Îranî roja Şembî ragihand ku Ruhanî dengên pêdivî bidest xist da ku bibe serokê nû yê Îranî.

Reformistên Îranê û serokê berê Mihemed Xatemî piştgîrîya xwe jibo Ruhanî ragihandibû.

\"13297.jpg\"
Ruhanî, yê 64 salî, li sala 1989’ê heta 2005’ê sekretêrê Encûmena Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

Ew herwiha endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.

Hesen Ruhanî Kiye ?

Hesen Ruhanî li sala 1948 li dayik bû (64 salî ye).

- Li sala 1983’ê heta 1988’ê endamê Civata Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

\"13298.jpg\"
- Li sala 1988’ê heta 1989’ê cîgirê serokerkanê artêşa Îranê bû.

- Li sala 1989’ê heta 2005’ê sekretêrê Encûmena Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.

- Endam û cîgirê serokê Parlamentoya Îranê bû.

- Endamê şandeya Îranî ya danûstandinên navokî bû.

- Endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.

- Li sala 1995’ê dereceya doktorayê li zanîngeha Glasgow Caledonian ya Skotlandî stand.

- Li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin.