Hesen Rûhanî Amerîka wekî piştevanê terorîzmê bi nav kir
20:50 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kudpa: Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî, Amrîka wekî piştevanê terorîzmê bi nav kir, û got: “Ev xwe binema û piştevanê terorîzmê ne”.
Li gor nûçeyên belavbûyî, Hesen Rûhanî di civîna heyeta dewletê de, bêyî ku navê Donald Tramp û Amerîka yê bîne, got: “Îro hin kes di cîhanê hene ku bi maneya şerê digel terorîzmê, dibêjin ku nabe ku rê bidine Mismanan ku biçin bo welatên din”.
Serokomarê Îranê li dijî gotinên li civîna heyeta dewletê de dibêje; “Eva di demekê de ye ku ew bixwe piştevanî ji terorîzmê dikin û ev pirsgirêkene di cîhanê de çêkirine.
Ev gotina Hesen Rûhanî, Amerîkayê weke piştevan û binesazê terorîzmê dide naskirin.
Ev gotina Hesen Rûhanî di bersiva lêdwanên Donald Tramp berbijêrê komarîxwazan bo serokomariya Aemrîka hatiye, ku gotibû nabe wilayetên Yekgirtî ên Amerîkayê destûrê bidine Misilmanan, ku derbazî wî welatî bibin.
Murtzea Sermedî, berpirsyarê Wezareta Kar û bare Derve, rexne li wan gotinên nûnerê komarîxwazan girt û got: Tirsa li îslamê li Rojava, bi alîkariya digel terorîzmê nabe”.