Hesen Ferecî bi 10 meh hate cezadan

17:53 - 16 Çirriya pêşîn 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hesen Ferecî” 44 salî kurê Mihemed û xelkê gundê “Lencava” ê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve bi 10 meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” ceza daye.

Roja Şemî 29`ê Cozerdanê, “Hesen Ferecî” bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate azadkirin.

Roja Sêşemî 18`ê Cozerdanê, hêzên ewlehî li gundê “Lencava” êrîş kirine ser mala navbirî û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçav kirin.

Ew welatiye piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin.

“Hesen Ferecî” di heyama binçavkirinê de ji “çavpêkevtin digel malbata xwe” û “destpêregihîştina bi parêzer” hatibû bêparkirin.