Her sal di Îranê de 420 milyon lîtr elkol tê vexwarin

19:59 - 24 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Vexwarinên elkolî di Îranê de zêde bûye û cîgirê Wezareta Bêhdaşt û Derman ragehand ku hersal 420 milyon lîtr elkol di Îranê de tê vexwarin.

Li gor nûçegehaniyan, zaftirîn elkol ku di Îranê de tê vexwarin, elkola “Ereq”e ku bi awayên curbicur tê çêkirin, wek Ereq şekir, Ereq Xorme û Ereqa Tirî.

Kesên ku di wî welatî de elkolê vedixwen temenê wan di navbera 17 heya 35 salan e.

Dema ku sala 1357’an rejîma Şah herifî, û rejîma Îslamî hate ser kar, di vê serdemê de, di yasaya Îranê de vexwarinên elkolî hat qedexe kirin, û wek “Heram” bi nav kirin, û di vê yasayê de ceza bo vexwarinên elkolî hate diyarî kirin, û li gor yasaya Îranê her kes ku elkolê vexwe, 80 derbe qemçî bo hatiye diyarî kirin, û xincî ragirtina di girtîgehê de, û cezayên din, îzna vê hatiye dan, ku dadwer dikare hukmê darvekirinê jî bo ew kesê elkolê vexwe diyarî bike.