Her ku diçe destêwerdanên Komara Îslamî di nava karûbarên Îraqê de berfireh dibe

16:21 - 11 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Serbarê derstêverdanên curbicur û hebûna hzêzên Sipah û Artêş û hêzên din ên Komara Îslamî ya Îranê di şerê Îraqê de, vê carê sînemakar û ekterên Îranî jî di Îraqê de xwe derdixin û reklamê bi hebûna xwe di tevdanîkariyên di nava Îraqê de dikin.

Emîr Nûrî ekterê sînema û telewizyona Îranê, dî tora civakî ya Înistagramê de wêneyekî xwe belav dike ku nîşan dide di Şerê Ferûcê de pişikdare û eva jî vê yekê di selimîne ku, pişikdarî û destêwerdanên Tehranê di nava karûbarê Îraqê de, gelek ji vê berfirehtir e ku rayedarên Îranî û Îraqî Îdi’a dikin.

Emîr Nûrî di posta xwe ya Înistagramê de tevî wêneyê xwe radigehîne ku, ev wêne li herêma “Seqlawiye” li Bakûrê Felûcê hatiye hatiye kêşan.

Eva di demekî de ye ku çend rojan berî niha jî videoyek hate belavkirin ku têde nîşan dide ku hêzên Sipaha Komara Îslamî li kêleka hêzên Îraqî, li Felûcê şer dikin.