Hemwelatiyekî “Behayî” li Îranê hate şewitandin

14:19 - 10 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Ehmed Finayan, ku yek ji hemwelatiyên akinciyê bajarê Simnanê ye, roja 18 Berfenbara 1395’an a Rojî, bi sebebeke ne diyar û bi destên kesên nenas ve hatiye şewitandin.

Li gorî nûçeyên belav bûyî, temenê Ehmed Finayan 60 Salî bûye û termê wî bi awayeke şewitî di Deşta bajarê Simnanê de hatiye dîtin, lê heyanî niha tu agahiyek di derbarê sedema şewitiandina wî nehatiye zanîn.

Hatiye ragehandin ku Ehmed Finayan ê Behayî, xwediyê pirojeyekî ajaldariyê bûye.

Hêjayî besêye ku, termê wî hemwelatiyê Behayî ji ber şewatîna dijwar, nehatiye naskirin û piştî têsta D.N.A nasnameya wî hatiye naskirin.

Eva di demekî de ye ku li Îranê jî, ji çarenivîsa 4 kedkarên Behayî jî, tu zaniyariyek di dest de nine û bêserûşûn in.