Hadî Xamineyî Dijberiyê Liget Terha Birê Xwe Ayetulah Xamineyî Dike

12:38 - 20 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Hadî Xamineyî, berpirsê girûpa reformxwazan eşkere kir ku guhertina yasaya bingehîn ya Îranê bi armanca cihgîrkirina sîstema Parlemanî li cihê sîstema Serokkomariyê li zirûfa ne normal ya niha de ne karek baş e û pêkanîna her guhertinek di yasaya bingehîn de yeksan e ligel xurtkirina desthilata zêdetir.

Mehnameya Mêhrname li ser zimanê Hadî Xamineyî belav kir: “ Rewşa niha ya welat pir xirab e û zêdetir weke kesk e ku li bûyera hatin û çûnê de hemû êskên laşê wî şika bin.”

Elî Xamineyî du mehan beriya niha ragihandibû eger heye di peşerojek dûr de sîstema siyasî ya Îranê ji serokkomariyê bo serokwezîran bê guhertin.

Her di vê pêwendiyê de Elî Ekber Haşimî Refsencanî jî serbarê rexne girtin ji terha han ragihandibû ku ew terha beramber e ligel binpêkirina yasaya bingehîn û gotinên Xumeynî.