Girtina babê girtiyik siyasiyê Kurd li Kamiyaran

23:05 - 22 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: roja 28ê Xermanan babê girtiyik Kurd bi hegera protesto kirina rewşa nerona dosya kurê xwe hat girtinê.

Gorekî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, “ Ehmed Ishaqî” babê “ Nêimet Ishaqî” girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê dewera Kamiyaran ku bi amanca bi dûçon û ron kirina dosya kurê xwe serdana dadgehê kiri bû, bi biryara berpirsê pişka cîbicî kirina hukman, bo demik hat girtinê.

Çend roj pêş niha, Nêimet Ishaqî tev 3 girtiyên siyasiyê Kurd ji xelkê gundê “ Henêmin”a ser bi dewera Kamiyaran ku paş 4 salan ragirtin li girtîgehê biryara berdana mercî wan re derketibû, dezgeha dadeweriyê li bin bandora dezgeha ewlehiyê , rêgirî ji berdana “ Nêimet Ishaqî” kir.

Tê gotin, babê Nêimet Ishaqî li demik ku li bara dijatiya dadgeh û dezgeha ewlehiyê bo berdana mercî( Meşrût)a kurê xwe serdana dadgehê kiribû, xêncî hindê ku ji aliyê berpirsê cîbicî kirina hukmên dadgehê bê hurmetî jêre hatibû kirinê, bi tometa alîgirî ji kurê xwe ku berpirsê dadgehê bi kesik ( Ziddê Inqilab)” Dijî Şoriş” binav kiri bû, bi 4 saet hews tûşî girtinê bû.

Ew 4 welatiyên Kurdê ji xelkê gundê “ Henêmin”a ser bi şarê Kamiyaran li roja 13ê Sermaweza sala 1388 de hatibûn girtin û paşî bi tometa alîkarî tev yekik ji partên Kurdên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, bi 12 salan hews mehkûm kiri bûn û paşî hukmên wan li dadgeha pêdeçonê de bi 9 salan hewsa teizîrî hatibû kêm kirinê.