Girevek seranserî li Xûzistanê wê birêve here

21:38 - 3 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Egera vê yekê heye ku di çend rojên derbazbûyî de, girevek seranserî ên kedkarên Xûsiatanê birêve here.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdpayê, tevgera Sendîkayî ya Xûzistanê ragehandiye ku, ji berwarê 14 heya 21’ê heyva Sermawez a sala 1394’an de, wê girevek seranserî li xiûzistanê birêve here.

Daxwazên sereke yên rêkxerên vê grieve pêk tên ji: Girtin û jikarderxistina kesên gendel û diz û bandên mafiyayî, dana tewahiya heqdestên parvemayî ên kedkaran, serbestberdana tewahiya çalakên kedkarî û nehêlana tometên liser wan û, hiloşandina bilez a Civatên Kar ê Îslamî û Malî ên kedkaran û, vekirina sendîkayên xweser ên kedkarî.

Ragehandina vê girieve di demekê de ye ku niha bi dehan çalakên kedkarî di girtçîgehê Komara Îslamî de destbiser in, û bi sedan kedkaran jî çend heyvin ku heqdestên xwe wernegirtine. Her weke Reza Rahdarîzad serokê nûnerên kedkarên Xûzistanê dibêje, vê care jî texa kedkaran di nava “Besteya Pêşniyarî” ya hikûmetê de cih negirtiye.