Endamekî perlemana Îranê: Egera vê yekê heye ku hilbijartina serkomariyê di Îranê de birêve neçe

19:27 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: malpera “Aftab” li zarê Mihemed Dêhqan ve da xuyakirin ku, egera wê yekê heye ku heya sala 1392’an a rojî pêkhateya siyasî a Îranê yê bihê guherîn û sîstema serkomariyê bihê rakirin.
Mihemed Dêhqan endamê lêjneya meclîsa şoreya Îslamî a Îranê ragehand ku, bi nehêlana posta serkomariyê di Îranê de, hewceye zagona binghîn bihê guherîn û herwisan navbirî zêde kir ku, bo guherîna zagona bingehîn jî diviya Alî xamineyî rêberê Komara Îslamî biryarê bide.
Heyamek berî niha Hemîd Riza Katoziyan nûnerê xelkê Taranê di meclîsa şêvra Îslamî a Îranê ragehand ku, dibe ku sîstema serkomariyê di nizama sîyasî a Îranê de nemîne.
Bo cara yekemîn rêberê Komara Îslamî a Îranê pirsa nehêlana posta serkomariyê di Îranê de anî rojevê.