Elî Muteherî: Nabe ku keç û kur bi hev re herin çiya

20:50 - 8 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Elî Muteherî ji nûnerên meclîsa rejîma Îranê tevî rexnekirina pêwendiyên di navbera keç û kuran di zanîngehan de ragehand ku: “Hekî keç û kur bixwazin ku bi hev re pêwendiyeke dosatne danên û ji hev hez bikin, dibe ku “mehrem”ê hevdu bin.

Li gora rapora “Xeber Online” ew nûnerê Meclîsa rejîma Îranê dibêje ku: “Ji xalên lawaz ên xwendekaran ew e ku hesta wî-ê zal e bi ser hiş û eqlê wî-ê de, jiber ku dewranaciwaniyê dewrana şehwet û tundûtîj bûnê ye”.

Muteherî herwisa tevî rexnekirina pêweniyên di navbera jin û mêran di civakê de got: “Her pêwendiyek dibe ku di qalibê zewacê de be. Me pêwendiyên wisa tunînin, ku keç û kur bixwazin bi hev re herin çiya û bêjin û pê bikenin. Ew dibe “mehremê” hevdu bin.

Hebûna nêrîneke cinsî bi pêwendiyên di anvbera jin û mêran, û bi taybetî nêrîna wekî kalayan bi jin û keçan, ji taybetmendiyên îdeolojiya hikûmeta Îslamiya Îranê ye.