Elî Esxer Sultaniye: Amano Dê Derencamên Vê Şaşiya Dîrokî Bibîne

20:11 - 9 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûnerê Îranê di Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomî di dijkiriyarek nû de derbarê rapora nû ya Ajansê derheq pirsa etomî ya Îranê, ev rapor wek şaşiyek dîrokî da nasîn û got Amano dê derencamîn vê şaşiyê bibîne.

Rapora nû ya Ajansê der dixwe ku hikûmeta Îranê di çaçoveya çalakiyîn xwe yên etomî de bo bidesxistina çeka etomî dest bi berhemanîn û taqîkirina curek ji madeya taqandinê kiriye û eva jî şik û gumana civaka navnetwî zêdetir kir.
Elî Esxer Sultaniye di yekemîn dijkiryar xwe de derbarê rapora Amano de got: “Sekreterê Giştî yê Ajansê berevajiya pêrewa navxwe ya Ajansê riftar kiriye û bi bijehrkirina keş û zirûfa hevkariyê, bûye sedema pêkhatina nakokî û nexweşî li nav endam û defterxaneya Ajansê de ku berpirsayetiya hemû derencamên ev şaşiya dîrokî dikeve stûyê wî bi xwe.”
Sultaniya di doma axivtina xwe de serbarê bi direvzanîna rapora Amano ragihand ku ev şaşiya dîrokî ya Amano ku bi hevkarî û hevhizriya welatên din hatiye amadekirin, bê bersiv namîne.

Hêjayî gotinê ye ku rapora ku sekreterê Ajansê teslîmê endamê Şivra Biryardanê kiriye, biryar e rojên 17-18.11.2011-an di civîna Ajansê de bikeve ber bas û nirxandin li ser bê kirin.
Beriya belavbûna vê raporê Îsraîlê bas ji egera êrîşa leşkerî bo ser binkeyên etomî yên Îranê kiribû. Lê hinek ji welatan nemaze Amerîka û Firanse êrîşa leşkerî di qonaxa han de bi karek ne baş hesibandibûn.

Hevdem Îranê serbarê redkirina hewildan bo bidestxistina çeka etomî, derbarê her cure êrîşek leşkerî bo ser binkeyên etomî yên Îranê hişyarî da.