Du welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:15 - 20 Çirriya paşîn 2021

Roja Çarşemî 26`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zagros Reşîdî” kurê “Se`îd” û xelkê gundê “Çoman” ê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî maşîna wî welatiyî ji zevt kirine”.

Roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, “Se`îd Reşîdî” bavê wî welatiyî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û heta niha ji qedera navbirî ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Ji aliyek din ve, roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê welatiyek din ê bi navê “Kerîm Firûziş” xelkê gundê “Necnê” yê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Di wê derheqê de roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, 15 welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Baneyê, hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.