Du hepsiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de hatine îdamkirin

19:38 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî 24ê Tîrmehê, du hepsiyên siyasî yên Kurd yên bi navên “Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade” xelkê bajarê Mihabadê, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de hatine îdamkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, cezayê îdamkirina wan du hepsiyên siyasî ên Kurd, bi amadebûna 13 malbatên xwedî kuştî yên teqîna bombeya Xermanan a sala 1389an a Rojî, hate cîbicîkirin.

Roja Duşemî 23ê Tîrmehê, du hepsiyên siyasî ên Kurd yên mehkûm bi îdamê di benda 1-2 a girtîgeha bajarê Urmiyê de bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Îdamkirina wan du hepsiyên Kurd di demekê de bûye ku Saziya Lêbûrîn a Navnetewî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku dibê berpirsên hikûmeta Îranê dest bi cî bernameya cîbicîkirina îdamkirina “Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade” bisekîne. 

“Sabir Şêx Ebdulah”, kurê “Mistefa” û xwendekarê berê yê Karnasiya Bilind a Zanîngeha “Elameya Yeksanî” a bajarê Tehranê û digel “Diyako Resûlzade” ji sala 1392an ve di girtîgehê de bûn û piştî retkirina cezaya îdama wan di dîwana bilind a welat de, sala 1396an bo carekî din di taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de bi serokayetiya dadwer “Çabuk” bi tohmeta “encamdana teqîneveyê” û “endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi îdamê hatibûne cezadan.

Cezaya îdamkirina wan du hepsiyên siyasî piştî ku ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi ser wan de hatibû sepandin, di dîwana bilind a welat de hatibû piştrastkirin.

Cezaya îdama “Husên Osmanî” yekî din yê hevdosiyeyê wan du hepsiyên mehkûm bi îdamê, di dîwana bilind a welat de hatibû retkirin û piştre ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê ve bi sê sal hepsa teizîrî û dûrxistin bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatibû cîbicîkirin.

“Sabir Şêx Ebdulah, Husên Osmanî û Diyako Resûlzade”, di meha Reşeme ya sala 1392an ji aliyê hêzên kincşexsî yên îdareya îtilaat a bajarê Mihabadê ve hatibûne binçavkirin.

Ew sê welatiyên Kurd, di naverasta meha Reşeme ya sala 1393an, di taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê de, bi serokayetiya dadwer “Ehmed Cewadîkiya” bi tohmeta “encamdana teqîneveyê” û “endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi îdamê hatibûne cezadan.

Wezareta Îtilaata hikûmeta Îslamî a Îranê di meha Banemer a sala 1393an de, ew sê welatiyên Kurd bi encamdana teqîneveya dawiya meha Xezelwer a sala 1389an di bajarê Mihabadê de û endamê yek ji Partiyên Kurd, tohmetbar kiribû.

Berê jî, yek ji hevalê xwendekar yê “Sabir Şêx Ebdulah” bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandibû: “Dosiya Sabir Şêx Ebdulah kevte bin destê Wezîrê Îtilaatê û bi yekcarî bû qurbaniyê wê navenda ewlehî a hikûmeta Îslamî ya Îranê, eve jî di demekê de ye ku Sabir agehdarê wê teqînê nebûye.

Berê, malbata wan sê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Mihabadê ragihandibûn ku kurên wan di heyama binçavkirina de li girtîgeha Wezareta Îtilaatê, bi merema vergirtina “îtirafa telvîzyonî” bi awayekî dijwar ew rastî îşkenceyê anîne.