Du Fermanderên Pilebilind Ên Hikûmeta Îranê Ketin Nava Durpêçên Amerîka De

12:36 - 15 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Wezareta Xizînedariya Amerîka du fermanderên pilebilind ên hikûmeta Îranê bi navên Hesen Fîroz Abadî, berpirsê giştî ê hêzên çekdar û Ebdulah Iraqî, cîgirê fermanderê hêzên erdî yê Sipaha Pasdaran, ji aliyê Wezareta Xizînedariya Amerîka bi tawana binpêkirina mafê mirovan ketin nava lîsteya durpêçên Amerîka de.


Adam Siubîn, berpirsê Navenda Samanên Derveyî Wezareta Xiznedariya Amerîka ragihand ku berpirsên Îranê bi armanca tepeserkirina xelkê ji metonên xirb û tundûtîj mifah distînin. Em jî bo piştevanîkirin ji xelkê Îranê wan durpêçan dixin ser berpirsan.
Li gor van durpêçane ku li ser biryara serokkomarê Amerîka hatiye dan gişt pere û sermiyanê wan du berpirsan li Amerîka dest biser de tê girtin û bi tu awayekê nikarin wîzaya Amerîka wergirin.