Di sala xwendinê ya 2015-2016’an de heyan niha 18 xwendekarên xwendingehan dawî bi jiyana xwe aniye

20:35 - 9 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî ku roja 7’ê Hezîranê xwendekareke xwendingehê li “Şehrekê Xerb”a Tehranê dawî bi jiyana xwe anî, hate ragehandin ku di sala xwendinê ya 2015-2016’an de ku ber bi dawiyê diçe, heya niha 18 xwendekaran dawî bi jiyana xwe aniye.

Hate ragehandin ku ew xwendekarê ku dawî bi jiyana xwe aniye, piştî bidawîanîna taqîkariya xwe(Îmtihan), tevî mamosta û hevalên xwe wêneyên yadigarî dikêşe û piştre ji rêya xwe daliqandinê ve, dawiyê bi jiyana xwe tîne.

Her di vê derheqê de Birêveberê Ofîsa Wezareta Amûziş û perwerişê ragehand ku, amara xwekujiya xwendekaran cihê nîgeraniyê ye û eva jî vê nîşan dide ku perwerde û şêvirmeniya me lewaz e.

Hatiye ragehandin ku xemokî û xirabiya sîstema perwerde û nebûna îmkanatên hewce û herweha xirabiya rewşa aboriya xelkê Îranê, sedema sereke ya xwekujiya xwendekaran di Îranê de ye.

Her di vê derheqê de malbata xwendekareke 12 sale ya bajarê Meşhedê ku dawî bi jiyana xwe aniye ragehandin ku, keça wan bi sedema vê ku alaweke qedexe tevî xwe biribûp xwendingehê, heyamê heftiyekê ji xwendingehê hatibû derxistin, lewra tirsa ji malbatê û derxistina ji xwendingehê bûye sedem ku keça me dawiyê bi jiyana xwe bîne.