Di Îranê de her sal 19 hezar milyard Tûmen dibe têçûyîna bûyerên hatûçûnê

20:37 - 14 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Her sal di Îranê de, bûyerên hatûçûnê têçûyek zaf hildigre, û di salê de 19 hezar milyard Tûmen dibe têçûyîna bûyerên hatûçûnê.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, di Îranê de sal tevî salê goriyên cadeyan zaftir dibin, û her sal hejmarek bêmînak bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest didin, û serbarê zirarên civakî ên bûyerên hatûçûnê, xesarek zaf ya aborî jî bi dû xwe re tîne.

Îro bûyerên hatûçûnê bûye yek ji sedemên sereke yê mirinê û her sal di Îranê de nêzîk bi 17 hezar kes bi sedema bûyerên hatûçûnê canê xwe ji dest didin, ku di her 19 xûlan de, yek kes di Îranê de canê xwe ji dest dide, û şofêriya nebaş yek ji sedemên sereke ya bûyerên hatûçûnê ye.