Daily Telegraph: Hêzên Sipaha Pasdaran Di Rewşa Hazirbûn Ji Bo Şer İn

12:15 - 8 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Piştî ku Ajansa Navnetewî ya hêza etomî di rapora xwe ya herî dawî de bernameyên etomî ên Îranê bi ne aştiyane da zanîn û deng û basê egera êrîşkirin bo ser Îranê kete rojevê, Sipaha Pasdaran hêzên xwe xistiye rewşa hazirbûa şer de.

Rojnameya Daily Telegraph belav kir ku ew hewlên sipaha Pasdaran nîşneya zext û givaşên zêdetir e bo ser hikûmeta Îslamî ya Îranê.

Çavkaniyê herwiha eşkere kir ku Îran mijûlê cihgîrkirina mûşekên dûrhavêj in bi armanca her êrîşek leşkerî.