Dadgehê daxwaza qetkirina destê 3 tawanbaran di Îranê de pejirand
14:51 - 6 Şibat 2017
Ajansa Kurdpa: Roja borî 3 kes bi tawana diziya malekê, di şo`beya (çiqa) heşt a dadgeha sizadanê de, di parêzgeha Tehranê de hatine mehkemekirin.
Li gor nûçeyên belavbûyî,di dadgehê de, ji wan her 3 kesên tawanbar re, daxwaza hukmê qetkirina destê wan hatiye dayîn.
Hêjayî basê ye ku, ew her 3 kesên tawanbar berê jî kiryarên bi vî awayî encam dane, ku yek ji wan di dema firotina lebtaba ku dizî bû de, hatiye destbiserkirin, û her du hevkarên xwe jî eşkere kirine.
Eva di halekê de ye, ku berê 17 gilîname li ser wan her 3 dizan hatibûn tomarkirin. Dadgehê dosyeya wan her sê kesan bona dadgeha sizaya Parêzgeha Tehranê şandiye.
Di rûniştina dadgeha wan her sê kesan de, duh di dadgehê de, di şo`ibeya heştem a dadgeha sizadanê ya parêzgeha Tehranê de, bi amadebûna dadwer Husên Esxerzade û bi amadebûna du jineralan, ev sizaye bo wan her sê kesên tawanbar hatiye dayîn.