Cotkarên Ehwazê: Dewleta Îranê bi berdana ava bendavan jiyana me tune kir

21:02 - 23 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Tevgera Netewî û Demokratîk a Erebên Ehwazê ragehandin ku, berdana ava bendavan li derdora Ehwazê, bûye sedem ku bi dehan bajar û gundên Ereban li Bakûrê Ehwazê, binav bin, û eva jî bûye sedem ku bi dehan hizar donim ji erdên cotkariyê bi temamî jinav biçin.

Tevgera Netewî û Demokratîk a Erebên Ehwazê, vê yekê eşkere dike ku berdana ava bendawên herêmê, bi hizaran ser pez û malatê xelkê deverê binav û xeniqabdiye, û xisarên mezin gihandiye cotkar û ajeldar û bi giştî gelkê gund û bajarên ser bi parêzgeha Ehwazê.

Berpirsyarên karûbarên cotkariyê li parêzgeha Ehwazê dibêjin ku, heya niha nîviya berhemên cotkarî û ajeldariya herêmê bi temamî jinav çû ye.

Hate ragehandin ku eva jî bûye sedema nîgeranî û nerazîbûna xelkê dewerê.

Cotkarên Ereb ên Ehwazê dibêjin ku, dema ku ev kêm e û hişkesalî ye, cotkarên parêzgehên din ji ava çemên Kerxe û Karûn û Diz’ê bona avdêriya cotkariya xwe, mifahê disitînin û li hember de me mafê cotkariyê nine, niha jî ku ligorî gotina rayedarên dewletê, ava zêde di bendavan de heye, bi berdana wan avan, jiyana me jinav dibin.

Erebên Ehwazê liser vê baweriyê ne ku, Erebên Îranê xwdiyê tu pêgehekê di hewkêşeyên dewleta Îranê de nine û dewlet ji xistina ziraran ji wan, tu carî destê xwe naparêz e.