Ciwanekî yarsanî li bajarê Kirmaşanê hate desteserkirin

16:02 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Roja Sêşemî, 8`ê Rêbendanê, hêzên Îtila`atê ciwanekî yarsanî yê bi navê “Sabir Mihemedî” desteser kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Ew ciwanê kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Bi gotina çavkaniyekî agehdar, li pey ketina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek ji derheq qedera wî ciwanê yarsanî ji ber dest de nîne.