Ciwanekî xelkê bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hate azadkirin
17:41 - 3 Tebax 2020
Roja Yekşemî 12`ê Ghelawêj, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Nesîrî” xelkê bajarê “Guwêgtepe” a ser bi bajarê Mihabadê, piştî bi dawî hatina heyama lêkolîna wî, bi danîna barimteya 100 milyon tumenî bi awayekî demkî ji girtîgrhê hate azadkirin.
Roja Çarşemî 11`ê Pûşper, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû biçavkirin.
Heya niha ji sedema binçavkirina wî ciwanê ti zanyariyek ji ber dest de nîne.