Ciwanekî temen 18 salî di bajarê Şinoyê de hate binçavkirin

16:36 - 26 Şibat 2020

Çend roj beriya niha, ciwanekî Kurd yê bi navê “Pûya Perwane” kurê “Ebdulah”, temen 18 salî, di nêzîkatiya sînorê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin.

Ew ciwanê Kurd bo lêkolînê bo yek ji girtîgehê ewlehî di bajarê Urmiyê de hatiye veguhastin.

Tevî li pey ketina malbata wî ciwanê Kurd, bi danîna barimteyê jî nekarîne rizamendiya “Pûya Perwane” werbigrin.

Heya dema bilavkirina vê nûçeyê, li sebeba binçavkirina wî ciwanê temen 18 salî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.