Ceyşol`edl: Aliyê kêm 11 endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin

21:17 - 27 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Şer û pevçûn di navbera saziya “Ceyşol`edl” ya Îranê û hêzên biryargeha “Quds” ya Spaha Pasdaran di devera “Tehlab ya Mîrcawê” ya girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de derket.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya roja Duşemî 4`ê Pûşperê, di navbera hêzên saziya “Ceyşole`dil” û hêzên biryargeha Spaha Pasdaran ya “Qudsê” de şer û pevçûn çê bû, û di encama vî şerî de saziya “Ceyşole`dilê” 11 endamên Spaha “Quds”ê kuştin.

Ceyşole`dlê di daxuyaniyekê de belav kiriye: Bi vê boneyê ve saziya “Ceyşole`dlê” xelkê seranserê Îranê haydar dike ku, ciwanên xebatkar ên ser bi gurdana şehîd “Mewlewî Nê`imetullah Tûhîd”, di şeva 4`ê Pûşperê de karîn di bajarê “Mîrcawê” ya girêdayî devera “Telxab” di êrîşeke bernamedarêtî de, derbeke giran û mezin li kirêgirtiyên rejîma wilayeta Feqîh bidin.

Vê saziyê pêdagirî jî kiriye ku, li gorî raporên belavbûyî di yekem nûçgihaniya “Ceyşole`dil”ê de, van di şer û pevçûnên şeva derbazbûyî de, aliyê kêm 11 endamên hêza cinayetkar ya rejîma terorîst ya wilayeta Feqîh kuştine, û organên spaha terorîst ya Mirsadê zirareke giran dîtiye.

Saziya “Ceyşole`dil” nasnameya hejmarek ji kuştiyên Spaha Pasdaran wiha ragehandiye:

1-Îsma`îl Gumşadzehî
2- Mehmûd Gumşadzehî
3- Abid Gumşadzehî
4- Mihemedeyob Gumşadzehî
5- Rehmetullah Nûtî Zehî
6- Ekber Nûtî Zehî
7- Şehbaz Nûtî Zehî
8- Abid Rîgî
9- Pasdar Cewad Mela Şahî

Ji aliyekî din ve dezgehên pêwendiyên giştî yên Spahê di biryargeha “Quds” ya hêza bejahî ya Spaha Pasdaran di ragehandinekê de, daxuyaniya saziya “Ceyşole`dil” red kiriye û bas ji vê kiriye ku, êvariya borî 4`ê Pûşperê desteyek ji girûpeke terorîst y girêdayî “tekfîriyan” di devera Tehlab” a girêdayî “Mircawê”(Mîl 96) ku dixwastin bên bo nav axa komara Îslamî a Îranê, û karê têkderane û terorîstî encam bidin, bi sebeba rûbirûbûna digel hêzên sînorî, ew hewla van bê encam ma, û piştî çêbûn şer zirar gihîşte wan û reviyan.

Di doma vê daxuyaniyê de hatiye ku: “Di şer û pevçûnên di navbera hêzên biryargeha “Quds” ya hêza bejahî ya Spahê û terorîstan de, 3 terorîst yên tekfîrî hatine kuştin, û hejmarek jî birîndar kirine, û kesên din jî ber bi axa Pakistanê ve reviyane; û herwiha du kes li besîcên xwcihî yên deverê digel pasdarekî biryargeha “Quds” ya hêza bejahî ya Spahê di vî şerî de hatine kuştin.

Hikûmeta Îslamî ya Îranê, ev girûpên ku di Sîstan û Belûçistanê de xwe berevankarê xelkê Belûç dizanin, û her di vê pêxemê de jî çalakiyan dikin, weke girûpên terorîst bi nav dike.