Çend Roj Jibo Hilbijartinên Serokatîya Îranê

15:21 - 12 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Berbijarên hilbijartinên serokatîya Îranê ku roja Înîyê lidar dikevin, gelekî nêzîkî hev in. Hemû mêr in, girêdana wan tevan bi rêberê bilind re heye û wekî teknokrat xuya dikin ku serokê heyî ne wisa ye.

Li gorî piranîya şirovekaran, berbijarê her hezkirî ji alîyê dengderan Seîd Celîlî ye. Berpirsê danûstandinên navokî yê Îranê Celîlî navê û dengê xwe ji wê yekê standiye ku helwesta wî ligel Rojava tund e.

Di gotûbêja yekê de navbera berbijaran, Mihemed Reza Arif jî wekî derket pêş.

Lê Arif roja Sêşemê li ser daxwaza serokê reformxwaz yê berê Mihemed Xatemî, berbijartina xwe vekişand. Birêz Xatemî, Aref û reformxwazên din hemû piştgirîya xwe didin paş berpirsê danûstandinên navokî yê berê Hesen Rowhanî, ku ew bixwe jî reformxwaz e.

Ligel mana çend rojan jibo hilbijartinan, komeke berbijarên naverast ku ev bûye çend sal dûrî qada siyasî ya Îranê bûn, çend nîşanan didin Îranîyan ku ew dikarin çavdêrîya gelek guhertinan bikin.

jêder: dengeamerîka.