Çend Hêz û Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê helbijartinên devra 11’an Serokkomariya Îranê baykut kirin

13:32 - 23 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi bilav kirina daxuyaniyekê,hilbijartinên roja 14’ê Hezîrana 2013’an baykut kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, du partiyên Kurdistana Îranê roja bihûrî bi bilavkirina daxuyaniyeke hevpar ragehandin: Şik di vê yekê de nine ku hilbijartinên vê carê jî wek dirêjiya şopa dîrokî a deshilata Komara Îslamiya Îranê,li her pirensîbek demokratîk û hilbijartina azad û naskirî li cîhanê de bêpare.

Medyayên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji bilî bilav kirina nûçeya baykut kirina hilbijartinên devra 11’an a Serokomariya Îranê bilav kirin: Bernameya hilbijartinê her li destpêkê li dîwana rêberê Komara Îslamiya Îranê wek wezareta Îttlat û Sipaha Pasdarên Komara Îslamiya Îranê dest pêdike û her li vêderê jî dawî pêdêt.

Wan du partiyên siyasî ku xebata çekadarî li dijî rejîma Îranê li dîroka xwe de nivîsandine, baykuta hilbijartinan û neçûn bo ser sindûqên dengdanê bi helwêsta herî baş û bi wate şirove kirine ku dikare mesaja siyasî ya xelkê Kurdistanê bigihjîne gohê deshilatdarên Îranê û cîhanê ku divêt dawî bi ferq û cudahî û zordarî û bêpar kirina siyasî, bihê.

Li heman demê de partiyek din ya Kurdistana Îranê , Partiya Azad a Kurdistanê bi bilav kirina daxuyaniyekê hilbijartinên serokkomariyê li Îranê de baykut kir û daxwaz kirin ku rêfrandomek serbixwe jibo pirsa serxwebûna Kurdistanê birêve biçe.

heya niha Partiyên dine yên Kurdistana Îranê li ser mijara hilbijartinên Şivra bajar û gundan çi birayar û daxwazek bilav nekirine.